Rûsya bertekê nîsanî DYA û Kora Basûr da
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya plana DYA û Kora Başûr li serê li hev kirine, bi endîşe dişopînin. Lavrov her weha got ku welatên Roavayî dixwazin Çînê û Rûsyayê kontrol bikin. Lavrov weha dewam kir:
“Di demekî nêz de DYA û Komara Kore ketine nav peymanekî hevpar ya nuklerî û ev rewş mirov dixe nav endîşê. Heya niha ti daxwuyanî nedan bê ev tê çi wateyê. Lê qet guman tine ku ev rewş endîşeyan çêdike. Dixebitin da Japonyayê bixin nava vê plana nuklerî.”
Lavrov, axaftina xwe di kombûna ASEANê ya li Laosê li payîtex Viyentiyanê, di kombûna wezîrên karên derve de kir. Lavrov destekê da peymana navbera Rûsya û Kora Bakûr lê li dijî hevkariya Amerîka û Kora Başûr derket. Di mijara hevkariya nuklerî ya navbera Amerîka û Kora Başûr de got:
“Rojava aşkera hedefa xwe dibêje ku dixwazin Çînê û Rûsyayê bixin bin kotrola xwe û vêya naveşêrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin