Îngilîstanê bertek nîsanî Rûsyayê da!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly bertek nîşanî biryara dadgeha Rûsyayê ya 19 sal cezayê girtîgehê ji bo muxalîfê girtî Alexei Navalny ji ber avakirina civakeke tundrew da.
Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly, di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî X, ku berê Twitter bû, diyar kir ku 19 sal cezayê girtîgehê li Navalny hatiye birîn û şîrove kir ku binpêkirina Navalny nîşan dide ku Rûsya mafên herî bingehîn ên mirovan jî paşguh dike.
Wezîr Cleverly got, "Muxalefete nayê bêdengkirin. Îngilîstan banga berdana Navalny dike."
Dadgeheke rûsî 19 sal cezayê girtîgehê li muxalîfê girtî Alexey Navalny birî ji ber ku civakeke tundrê ava kiriye.
Li gorî ajansa nûçeyan a TASSê, di doza li Dadgeha bajarê Moskowê de Navalnî got, “avakirina civakeke tundrew, tevlîbûna wê, ew bi fînansekirina çalakiyên tundrew, birêxistinkirina civaka tundrew, bangewaziya eşkere ji bo çalakiyên tundrew, tevlîkirina biçûkan di çalakiyên metirsîdar de" hate tawanbarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin