Seredana serokê Taywanê ya Amerîkayê Çînê aciz kir û Çîn dest bi tetbîqatê kir
PeyamaKurd – Cîgirê serokê Taywanê William Lai berya seredana Paraguayê bike, seredana Amerîkayê kir. Seredana Amerîkayê Çînê gelek aciz kir û 42 heb balafirên jet û 8 keştiyên şer ji bo tetbîqatê şand dora girava Taywanê. Lai, ji bo serokê nû yê Paraguayê Santiago Pena ku nûh bûye serokê dewletê, dê seredana wî bikira.
William Lai, ji bo tevlî merasima sonda serokê Paraguyaê bibe, çû Paraguayê lê berya seredanê, serdena New York û San Franciskoyê kir.
Çîn, Taywanê perçeyekî ji axa xwe qebûl dike lê Taywan dibêje ku ew welatekî serbixwe ye û ji terefê 13 dewletan de tê naskirin.
Çîn bi tetbîqatê tehdîda Taywanê qebûl nake û dibêje ku ji bo şiyanên artêşa xwe zêdetir bike tetbîqatê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin