Peyama "Taywanê" ji serokê Çînê
PeyamaKurd – Serokdewletê Çînê Xi Jinping yekbûna Taywanê ya ku Çîn li ser wê nakokiya serweriyê heye, bi axa sereke re weke "meyleke neçarî" bi nav kir û diyar kir ku ji bo yekgirtinê "bi her awayî pêwîst be" wê rê li ber cudabûnê bigirin.
Xi di axaftina xwe ya li sempozyuma ku di 130emîn salvegera jidayikbûna Mao Zîdong damezrînerê Komara Gel a Çînê de li Salona Mezin a Gel hat lidarxistin de derbarê pirsgirêka Taywanê de nirxandin kirin.
Xi destnîşan kir ku yekbûna Çînê "meyleke neçarî", "doza dadmend a neteweya Çînê ye" û "daxwaza gel" e û wiha got: "Divê welatê me ji nû ve bibe yek û helbet wê ji nû ve bibe yek."
Xi diyar kir ku ew ê bi her awayî pêşî li kesên dixwazin Taywanê ji Çînê veqetînin, bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin