Gef ji Çînê bo Taywanê: Em dest ji bikaranîna hêzê bernadin!
PeyamaKurd – Berdevkê Ofîsa Karûbarên Taywanê ya Çînê Chen Binhua diyar kir ku dibe ku Çîn hewl bide ku bi Taywanê re bibe yek, lê ew dev ji bikaranîna hêzê li ser Taywanê bernadin.
Şerê desthilatdariyê di navbera Çîn û Taywanê de kûr dibe. Di dema ku nakokiya serweriyê ya di navbera her du welatan de berdewam dike, Çînê daxuyaniyek bi tehdîd da.
Berdevkê Ofîsa Karûbarên Taywanê ya Çînê Chen Binhua ku tetbîqatên xwe yên leşkerî li derdora Taywanê didomîne got, "Em amade ne ku bi dilpakiya herî bilind ji bo îhtîmala yekbûna aştiyane têbikoşin."
Herwiha Chen diyar kir ku ew ê tu carî dest ji bikaranîna hêzê bernedin û got ku ev yek li dijî hêzên derve û hejmareke pir kêm a cudaxwazan e û ne li dijî gelê Taywanê ye.
Wî herwiha got, "Taywan çiqas leşker û çend çek jî hebin, hêzên derve midaxale bikin an nebin, heke biwêre xetereyê bike, wê bibe sedema wêrankirina xwe. Kiryarên me yên ji bo parastina serweriya neteweyî û yekîtiya axa xwe wê kêliyekê jî nesekinin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin