Çînê dest bi tedbîtaqek berfireh li ser Taywanê kir!
PeyamaKurd – Sê roj piştî ku Lai Ching-te, rêberê nû yê Taywanê, ku bi wî re nakokiya serweriyê heye, dest bi kar kir, Çîn dest bi tetbîqatek leşkerî ya berfireh li dora giravê û derdora wê kir.
Hat diyarkirin ku artêşa Çînê li derdora Tengava Taywanê, li herêmên bakur, başûr û rojhilatê Girava Taywanê û li giravên Kinmen, Matsu, Vuchi û Dongyin ên nêzî bejahiyê tetbîqatên leşkerî yên hevpar dan destpêkirin.
Berdevkê Fermandariyê Li Xi diyar kir ku ev tetbîqat "cezayeke li dijî kiryarên li dijî serxwebûna Taywanê û hişyariyeke li hemberî destwerdana hêzên biyanî."
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yekîneyên ji bejahî, hewayî, deryayî û roketan beşdarî tetbîqata du rojan a bi navê "Şûrê Hevbeş-2024A" bûn û "Dewriyeya amadehiya şer a esmanî ya hevpar, girtina qada şer û kontrolkirina hevpar û tetbîqata gulebarana hevpar a li dijî hedefên sereke wê pêk bên."
Hat diyarkirin ku di tetbîqatê de " wê wesayîtên dewriyeyê bala xwe bidin herêmên derdora Girava Taywanê û hêza şer a rastîn a yekîneyan wê bi operasyonên hevpar ên li hundur û derveyî zincîra giravê were ceribandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin