Çînê gefa destwerdana leskerî li Taywanê xwar!
PeyamaKurd - Rêveberiya Pekînê careke din, gef li Taywanê xwar ku ew dê li hemberî wan hêza leşkerî bikar bînin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Çînê Tan Kîfeyî li ser hevdîtina Wezîrê Berevaniya Çînê Lî Shangfu ya bi hempîşeyê xwe yê Sîngapûrê Ng Eng Hen re, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Çîn alîgirê yekîtiyeke aştiyane ya bi Taywanê re ye, lê ger pêwîst bike ew ê hêza xwe bikar bînin.
Çînê bal kişand ser hevkariya leşkerî ya ligel Amerîkayê ya Taywanê û diyar kir ku ew qebûl nakin rayedarên Partiya Pêşverû ya Demokratîk (DPP) li Taywanê ji bo serxwebûnê ji welatên din piştgirî werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin