Heyetekî Amerîkayê ya di asta bilind de seredana Çînê kir
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Çînê ragihand ku heyetekî ji Amerîkayê di asta bilind de seredana Çînê kiriye û do û îro bi cîgirê wezîrê karên derve yê Çînê bi Xie Feng re civiyaye. Di heyeta Amerîka de musteşarê ji karên Asya Rojhilat û Pasîfîkê berpirs Daniel Kritenbrink û dîrektora kevin yê konseya Çînê Laura Rosenberger li eyaleta Hebeiyê li bajarê Langfangê bi Xie re civiyane.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li ser babetên navdewletî bi kûrahî têkiliyan civînê meşandine, hevdîtin bi samimiyet, kûr û erênî bûye. Di hevdîtinê de li ser qaîdeyên ku rehberiyê ji têkiliyên Çîn û Amerîkayê re dikin, meşandina şêwran û pirsgirêka Taywanê di nav de, di têkiliyên duqolî de axaftina li ser mijarên hesas, meşandina têkiliyan di her astê de û di sehayên pêwendîdar de di xwurtkirina hevkariyê de lihev kirine.
Heyeta Amerîkayê piştî seredana Çînê, wê seredana Kora Başûr û ya Japonyayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin