Heyetekî di asta bilind ya Lubnanê seredana Samê dike
PeyamaKurd – Piştî şerê nav Sûriyê yekem care ku heyetekî ji Lubnanê di asta bilind de wê seredana Şamê bike. Di seredanê de, di ser Sûriyê de wê ji Urdun û Misrê babetên îtxala xaz û enerjiyê biaxifin. Di mijarê de çavkaniyekî ji wezareta av û enerjiyê ya Lubnanê ji bo AFP ê gotiye ku armanca seredanê ji bo hukumeta Şamê ew e ku projeyê bide dewamkirin.
Tê gotin ku di heyetê de cîgirê serokwezîr yê demkî, wezîrê bergiriyê û karên derve Zêna Ekar, wezîrê darayî Xazî Weznî, wezîrê enerjiyê Rîmon Xecer û rêvebirê ewlehiyê Ebas Îbrahîm heye. Civîn wê di wezareta karên derve de bêkirin.
Lubnan, ji bo di ser Sûriyê û Urdunê de xazê îtxal bike bi Misrê re salekiye bazarê dike lê ji ber dorpêçên ser Sûriyê yên Amerîkayê nikaribûn peymanê çêbikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin