Amerîka û Îran di asta bilind de seredana Bexdayê kirin

11 January 2019 00:51 0 dîtin
Amerîka û Îran di asta bilind de seredana Bexdayê kirin

PeyamaKurd- Heyeta Îranê di bin serokatiya wezîrê petrolê Bijen Namdar zengene de seredana serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmêhdî kir. Seredana heyeta Îranê bi yek rojek piştî seredana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bû ku ev jî balkêşe.

Abdulmêhdî di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera her dû dewletan kir û got divê têkiliyên navbera her dû dewletan xizmetê ji berjewendiyên her dû dewletan re bike. Bi taybetî di seha petrol û xazê de.

Zengene behsa xurtkirina têkiliyên her dû aliyan kir û got ku ew dixwazin pêdiviya Iraqê ya xazê bînin cî.

Abdulmêhdî di hevdîtina bi Pompeo re behsa pêdiviya Iraqê ya elektrîkê kiribû ku elektrîkê bi xazê çêdikin û xazê jî ji Îranê dikirin.