Îran di asta bilind de seredana Bexdayê dike
Cîgirê serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangirî bo seredaneka fermî hat Bexdayê û bi Heyder Ebadî re hevdîtinek kir.
Li gor ragihandina nivîskî ya serokatiya wezîran ya Iraqê, Ebadî bi heyeta Îranê re li maqamê serokêwezîran hatin cem hev. Li gor ragihandina wezareta karê derve ya Iraqê Cîhangirî wê 3 roj li Iraqê bimîne û bi serokkomar Fûad Mehsûm û serokê meclisê bi Selîm El Cibûrî re hevdîtinan bike.
Di hevdîtinan de pêşdebirinên navbera her dû welatan de, di warê siyaset û bazirganiyê de hevdîtin bên kirin. Seredan, piştî ragihandinên endamê Kultura Şorişê ya Îranê ku ji aliyê Rahimpur Azgedi ve hatibû kirin, tê kirin.
Azgedi, du hefte berê gotibû ku Îran li herêmê herî kêm 5 welatan kontrol dike û wezareta karê derve ya Iraqê bi gotinên tund bersiva wî dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin