Sûriye, di asta wezîran de pistî 14 salan seredana Misrê kir

01 April 2023 18:53 0 dîtin
Sûriye, di asta wezîran de pistî 14 salan seredana Misrê kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Sûriyê Faysal Mikdad ji sala 2009an heya niha cara yekeme ku di asta wezîran de seredana fermî ya Misrê dike. 14 sale ku di navbera her dû dewletan de di vê astê de seredan nebûye. Di çarçoveya seredana fermî de Mikdad giha Misrê û bi hemkarê xwe yê Misrî bi Semih Şukrî re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de her dû wezîr behsa têkliyên duqolî, xwurtkirina têkiliyan, pêşdeçûnên herêmî û navdewletî kirin. Şukrî û Mikdad berê di sala 2021an de li New Yorkê di wexta civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de hev dîtibûn.

Navenda Yekîtiya Ereb li bajarê Qahîr a Misrê ye. Di sala 2011an de dema Sûriye êrîşê xwepêşandêran kiribû, Yekîtiya Ereb, endamtiya Sûriyê dabû rawestandin.