Heyetekî di asta bilind de diçe Bexdayê
PeyamaKurd – Heyetekî ji Kurdistanê di bin serokatiya cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de siba diçe Bexdayê. Heyet wê li Bexdayê hewl bide ku mehaneyên memûran û pirsgirêkên din yên darayî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çareser bike.
Berdevkê Qubad Talabanî Semîr Hewramî bo K24 ê ragihandiye ku wê heyet bi armanca arîşeyên darayî çareser bike diçe Bexdayê. Heyet hem wê li ser budçeya sala 2021 ê jî hevdîtinan bike.
Li aliyê dinê ji berdevkê hukumeta Bexdayê Nazim Hesen ragihandiye ku muzakereyên li ser mehaneyên memûrên Kurdistanê li Bexdayê muzakere dewam dikin. Nazim Hesen, piştî civîna encumena wezîran ragihandina xwe kiriye û gotiye ku di civînê de behsa neşandina mehaneyên memûrên Kurdistanê û li ser mafên herêma Kurdistanê yên darayî hatiye axaftin û civîn bi erênî derbas bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin