Ji Tirkiyê heyetekî ji bo petrola Kurdistanê diçe Bexdayê
PeyamaKurd – Hevdîtinên ji bo îxracata petrola Kurdistanê yên di navbera Bexda û Tirkiyê de dewam dikin. Di serê meha bê de wê heyetekî ji Tirkiyê ji bo hevdîtinan here Bexdayê. Ragihandina nûçeyê ji terefê endamê parlementoya Iraqê yê komisyona petrol û enerjiyê Sabah Subhî de ji bo K24ê hatiye kirin.
Ji bo îxracata petrola Kurdistanê destpêbike û şert amade bibin, Tirkiye nermahiyê nîşan daye û bende ne berya Erdoğan here seredana Iraqê, astengiyên li pêşiya mijarê çareser bibin.
Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar, 2 roj berê ragihandibû û gotibû ku dibe di nêz de xeta sewqiyata petrolê ya Iraq-Ceyhanê bixebite.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin