Serok Barzanî bi tundî bêrêziya bi Lêvegera Sîe ya Iraqê û êrîsa ser ofîsa PDKê sermezar kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê, bêrêziya bi Lêvegera Şîe ya Iraqê û êrîşa ser ofîsa PDKê ya li Bexdayê şermezar kir û diyar kir: “Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e û gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin.”
Di peyama xwe de Serok Barzanî da zanîn: “Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind, bi tu awayî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e. Em gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin ku şeva bor ji aliyê kesekî ve bi merceiyetê hatiye kirin.”
Herwiha Serok Barzanî eşkere kir: “Ev cure riftara nehêja, tu pêwendiya wê bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê re nîne. Kurdistan xwedî kultura bilind a pêkvejiyanê ye û sivikkirina bi remz û pîroziyên xelkê ti carî cihê xwe di nava kultura gelê Kurdistanê de negirtiye û cihê xwe jî nabîne.”
Serok Barzanî destnîşan kir: “Gelê Kurdistanê rêz û pêzanîna wî ya mezin ji merceiyetê re heye û pêwendiyên dîrokî û dostanî û hevsoziya di navbera Barzaniyê Nemir û Ayetulla Hekîm û şehîd Sedir de, baştirîn nîşan li ser wê ne.”
Di berdewamiyê de da zanîn: “Ew kesê ku sivikî kiriye ji aliyê yasayê ve hatiye desteserkirin û sizaya tawan û zêdegaviya xwe dide.”
Serok Barzanî di peyama xwe de bi tundî şewitandina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermezar kir û got, ev cara duyemîn e ji aliyê komeke têkder û şikestxwar ve ev tê kirin, ev belge ye li ser hebûna girjî û nebûna aramî û ewlehiyê û di rastiyê de, ev kom jî ji bilî xirapkarî û têkdanê, ti tişt ji destê wan nehatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin