Serok Barzanî êrîsa teroristî ya Bexdayê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê êrîşa teroristî ya li navçeya Sedir a Bexdayê bi tundî şermezar kir û diyar kir, ev tawan, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e.
Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku do li bazareke bajarê Sadir li Bexda li ser welatiyên bê tawan hate kirin ku li encamê da dehan welatî şehîd û birîndar bûn.”
Serok Barzanî destnîşan kir: “Ew tawan nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e ku li roja Erefê û li wê dema ku xelk xwe ji bo pêşwaziya cejnê amade dikir tawaneke diltezînê bi vî awayî encam didin. Ew dijminê ol û mirovayetî û pîroziyanin û ji hemû bihayek bêparin û divê baca wê tawanê bidin.”
Herwiha Serok Barzanî sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyan û şehîdên wê karesata diltezîn kir û got: “Dilê min li gel xem û êşên wan e û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi wan bibexşe û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.”
Şeva borî li bazareke navçeya Sedir a Bexdayê teqînek çêbû û di encamê de 35 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. DAIŞê jî berpirsatiya xwe di ber teqînê de ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin