Li Dêrezorê li dijî DYAyê hewla hêrisa kamîkaze: Sîstema parastinê kete dewrê

30 August 2024 13:10 0 dîtin
Li Dêrezorê li dijî DYAyê hewla hêrisa kamîkaze: Sîstema parastinê kete dewrê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranêne, li Dêrezorê hewl dane ku bi frokeyên bêmirov ên kamikaze hêriş baregeha leşkerî ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikin.

Li Dêrezorê, komên çekdar ên ku rejîma Îranê piştgirîya wan dike, li rexê rojavayê Çemê Firatê bi şev, bi frokeyên bêmirov ên kamikaze, hewl dan hêrişî baregeha li navenda Kargeha Gazê ya Konîko ya ku hêzên DYAyê ew wek baregeh bikar tînin bikin.

Hate ragihandin ku frokeyên bêmirov ên komên çekdar, beriya ku bigihîjîn qada hêrişê ya baregehê, ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ya li baregehê ew têk birine.

Di derbarê mijarê de heta niha artêya DYAyê tu daxuyanî nedaye.