Li dijî baregeha Hevpeymaniyê ya li Iraqê hêris

18 July 2024 13:38 0 dîtin
Li dijî baregeha Hevpeymaniyê ya li Iraqê hêris

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li dijî baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya Eyn Esed a li rojavayê Iraqê, bi frokeyeke bêmirov hêrişek pêk hat. 

Li gor nûçeya Reutersê û medyaya Iraqê, hat diyarkirin ku şeva borî firokeyeke bê firokevan êrişî baregeha esmanî ya Eyn Esed a parêzgeha Enbarê kiriye.

Hat diyarkirin ku êrîşa ku tê de kes nemir û birîndar nebû ji aliyê rêxistina bi navê Berxwedana Îslamî ya Iraqê ve hatiye kirin.

Baregeh berê gelek caran bi fuze û balafirên bêmirov (ÎHA) hatiye hedefgirtin.