Kirby: Eger Îran êrîs bike, em ê Îsraîlê biparêzin

28 August 2024 10:02 0 dîtin
Kirby: Eger Îran êrîs bike, em ê Îsraîlê biparêzin

PeyamaKurd – Berdevkê Encumena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê diyar dike ku di egera êrişa Îranê de ew ê bergiriyê li Îsraîlê bikin, ji ber wê jî hêzên zêde şandine herêmê.

Berdevkê Encumena Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Kirby îro di daxuyaniyekê de ragihand, eger Îran êrîş bike ew bi biryar in ku Îsraîlê biparêzin.

Herwiha tekez kir ku, ew amade ne li hember êrişa Îranê, ji ber wê jî hêzên zêdetir şandine herêmê.

Kirby nameyek ji Îranê re şand û diyar kir ku pêwîst nake ev yek bibe sedema alozî û şerekî herêmî û got, "Me ji Îranê re got ku vê yekê neke."