Îsraîl: Heger êrîs bike wê Îran bedelekî giran bide!

07 March 2022 19:05 0 dîtin
Îsraîl: Heger êrîs bike wê Îran bedelekî giran bide!

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, li demeke ku danûstandinên Vîyena yên bo vgera peymana nukleerî berdewam dikin, got ku heger Îran bigihe xwedîyê hêza nukleerî ew ê bijardeya leşkerî jî di nav de hemû tedbîran bistînin.

Benny Gantz li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, Îran êrîşkariya xwe ya niha bêyî hebûna hêza nukleerî dike, lê heger bigihe xwedîyê hêza nukleerî wê ji bo aştiya cîhanê xeteriyeke mezin çêbibe û divê ji niha ve dinya ji bo rawestandina Îranê seferber bibe.

Gantz da zanîn ku heger lihevkirinek li Vîyenayê çêbibe jî ev ne dawiya rê ye û wê Îsraîl bijardeya leşkerî jî di nav de her cûre tedbîrên siyasî û aborî li dijî Îranê bistîne.

Herwiha Gantz diyar kir ku heger Îran ji baregehên rojava ku bihêz kirine êrîşî Îsraîlê bike, ew ê rê li ber bigirin û bedelekî giran pê bidin dayîn.