Trump: Îran tenê ji hêzê fêm dike, heger êrîs bike…

25 June 2019 20:22 0 dîtin
Trump: Îran tenê ji hêzê fêm dike, heger êrîs bike…

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twitterêgefên tund li Îranê xwarin û got, "Serokên Îranê ji gotinên xweş fêm nakin û tenê ji hêzê fêm dikin, Amerîka jî xwedî hêza leşkerî ya herî bihêz a cîhanê ye".

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Serokên Îranê ti car ji gotinên xweş fêm nakin. Mixabin tiştê ku jê fêm dikin hêz û şiyan e. Amerîka jî bi cudahiyeke mezin xwedî hêza leşkerî ya herî mezin a cîhanê ye ku di nava du salên derbasbûyî de trilyonek û 500 milyar dolar jê re xerc kiriye.”

Trump diyar kir: “Xelkê baş ê Îranê bêyî sedem êş û janê dikişînin, serokên wê jî hemû pereyan ji bo terorê xerc dikin û pereyekî kêm jî ji bo hemû tiştên din.”

Serokê Amerîkayê got ku Amerîkayê bombe û mayinên vedayî yên Îranê ji bîr nekirine ku du hezar welatiyên Amerîkayê kuştin û hejmareke din jî birîndar kirin.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro bersiv dabû Amerîkayê û li ser dorpêçên nû gotibû, “Bi vê pêngava xwe Amerikayê eşkere kir ku bangewaziyên wan ên diyalog û diplomasiyê derew in. Amerika di kiryarên xwe yên hemberî Îranê de diyar dike ku bê çare maye.”

Trump bersiv da Rûhanî û got, “Ev gotin tenê wê yekê nîşan dide ku ew ji rastiyan fêm nakin. Eger Îran êriş bike ser berjewendiyên me, em dê bersiveke mezin û tund bidin, di hinek waran de mebesta me xapûrkirin e.