Esed: "Em ê bi bikaranîna hêzê serhildêran têk bibin, teror tenê ji zimanê hêzê fam dike"

01 December 2024 23:56 0 dîtin
Esed: "Em ê bi bikaranîna hêzê serhildêran têk bibin, teror tenê ji zimanê hêzê fam dike"

PeyamaKurd – Hate tomarkirin ku Serokê Sûriyê Beşar Esed bi rêya telefonê bi Serokê Demkî yê Abhazyayê Bedra Ganba re derbarê şer û pevçûnên li Heleb û Idlibê de axivî û got, "Teror tenê ji zimanê hêzê fam dike û her kesê bi vî zimanî piştgiriya terorê bike em ê têk bibin."

Li gorî nûçeya çapemeniya fermî ya Sûriyeyê, Serokê Sûriyeyê Beşar Esad têkildarî geşedanên li Heleb û Îdlibê bi Serokê Demî yê Abhazyayê Bedra Ganba re bi telefonê axivî.

Li gorî vê yekê, Esed di hevdîtina xwe ya ligel Ganba de diyar kir ku "ew ê bi bikaranîna hêzê şoreşgeran têk bibin" û wiha pê de çû: "Teror tenê ji zimanê hêzê fam dike û her kesê bi vî zimanî piştgiriya terorê bike em ê têk bibin."

Herwiha Esed doh bi rêya telefonê bi Serokê Îmarat Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re jî axivî.