ENKS: Êrîsa li ser Kurdên Êzidî binpêkirina Ola Îslamê ye jî

04 April 2023 19:50 0 dîtin
ENKS: Êrîsa li ser Kurdên Êzidî binpêkirina Ola Îslamê ye jî

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), derbarê li Efrînê bi zorê derbaskirina ola Îslamê ya ya du Kurdên Êzidî de daxuyaniyek belav kir û bang li civaka navdewletî kir rê li van zordariyan bigirin.

Roja 1ê Nîsanê vîdyoyek li ser torên medya civakî belav bûbû ku tê de melayekî Ereb dibêje; 2 Kurdên Êzidî dest ji ola xwe berdane û derbasî nava ola Îslamê bûne.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê li ser mijarê ragihand, di pêşhateke metirsîdar de, binpêkirinên ku li hember xelkê Efrînê ji aliyê komên çekdar ve têne kirin, derbasî asteke din bûye ku bêyî hebûna rêgiriyeke yasayî û exlaqî, zor li ol û baweriya xelkê tê kirin.

ENKS di daxuyaniyê de diyar kir, ji roja 1ê Nîsanê û vir ve nûçeya du Kurdên Êzidî yên li herêma Efrînê tên belavkirin ku ew ola xwe diguhêrin û derbasî nava ola Îslamê dibin. Di vê atmosfera ku her kes pê dizane de, ev yek zorek li Êzidiyan e, ne tiştekî din e.

ENKS da xuyakirin, ew hemû şêweyên binpêkirinan û di heman demê de êrîşa li ser bawerî û olên xelkê û azadiya wan bi tundî şermezar dikin û got: “Êzidî ji gelê Kurd in, divê rêz li wan were girtin û werin parastin û her êrîşeke li ser wan, binpêkirina ola Îslamê ye jî.”

ENKS bang li rêxistinên navdewletî û mirovî û saziyên navdewletî yên pêwendîdar kir ku pêşî li van kiryarên li dijî hemû nirx û prensîbên mafên mirovan bigirin.