Di êrîsa esmanî ya Amerîkayê de 11 DAISî hatin kustin

25 September 2019 20:48 0 dîtin
Di êrîsa esmanî ya Amerîkayê de 11 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd – General William Gayler Serfermandarê Hêzên Amerîkî li Afrîqayê ragihand ku hêzên wan ên esmanî li Libyayê dijî komên tundrew êrîşek pêk anîne û di wê êrîşa dijî terorîstên DAIŞê hatiye kirin de, 11 terorîst hatine kuştin.

Fermandarê Amerîkî herwiha da zanîn ku 19ê Îlonê jî li Libyayê êrîşek pêk anîne ku di wê êrîşê de jî 8 kesên tundrew hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, sala 2016an çekdarên DAIŞê ji Misrata ya Libyayê hatibûn derkin. Amerîka dixwaze rê nede DAIŞê da ku car din xwe li Lîbyayê bihêz bike û di nav hefteyekê de ev du car in êrîşî bingehên wan dike.