Baregehên Amerîkayê yên li wî welatî, rastî êrîsan hatin
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Televîzyona Al Mayadin a Lubnan, hat îdiakirin ku li bejahiya herêma El Tanf û Deyrezorê li dijî baregeha Conocoyê ya Suriyeyê êrîşeke asîmanî hat kirin.
Hat îdiakirin ku li Suriyeyê êrîşî 2 baregehên leşkerî yên Amerîkayê kirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li dijî baregeha El Tanf a li nêzî sînorên Iraq û Urdunê êrîşeke bi balefiran pêk hatiye û li bejahiya herêma Dêrezorê jî li dijî baregeha Conocoyê êrîşeke bi moşekan hatiye kirin.
Heta niha di derbarê van êrîşan de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Duh jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku balafireke bê firokevan a bombekirî li bajarokê Herîrê ku baregeha hevpeymaniya dijî IŞÎDê ya bi pêşengiya Amerîka tê de ye, ketiye cihekî vala.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin