Balyozxaneya Amerîkayê di 10 rojan de rastî 5 êrîsan hat

18 June 2020 15:17 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîkayê di 10 rojan de rastî 5 êrîsan hat

PeyamaKurd-  Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê ku li Herêma Kesk a herî zêde tê parastin dimîne, di nav deh rojan de rastî 5 êrîşên moşekî hat.

Li herêma Kesk herî dawî îro dîsa êrîşa moşekî hat kirin û dengên sîrenan bilind bû ku piranî moşek li nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê dikevin.

Rayedarên Iraqî derbarê birîndaran û ziyanên madî de hîn ti agahî belav nekirine.

Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê û baregehên leşkerî yên hêzên Amerîka tê de dimînin, ji meha Cotmeha 2019an ve herî kêm rastî 32 êrîşan hatine ku ew êrîş ji aliyê milîsên çekdar ên girêdayî Îranê ve têne kirin.

Herwiha hêzên Amerîkayê jî piştî van êrîşan, li Iraqê bi taybet bi ser Hizbullaha Iraqê de êrîşan pêk tîne ku wan wekî berpirsên van êrîşan dibîne.