Pistî rizgarkirina Baxozê yekem êrîsa esmanî: 6 DAISî hatin kustin

29 July 2019 21:09 0 dîtin
Pistî rizgarkirina Baxozê yekem êrîsa esmanî: 6 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, piştî kontrolkirina bajaroka Baxozê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, cara yekem operasyoneke esmanî ligel hevkarên xwe yên HSDê li ser bermayiyên DAIŞê yên li Dêrazorê pêk anî û 6 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku şeva borî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê operasyoneke esmanî li gundê Hiwêce El Besîra li rojhilatê Dêrazorê pêk anî û şaneyeke razayî ya DAIŞê armanc girt.

SOHRê da zanîn, di encama wê operasyona esmanî de 5 çekdarên DAIŞê yê Sûrî û çekdarekî biyanî hatin kuştin.

Piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê li rojhilatê Dêrazorê di 23ê Adara 2019an de, ev yekem operasyona esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ye.

Rewangehê herwiha diyar kir, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 27ê vê mehê bi ser gundên Ebo Hemam û Kişkiyê yên rojhilata Dêrazorê de girt û zêdetir ji 30 endamên şaneyên razayî yên DAIŞê desteser kirin.