Rûsya: Welatên endamên NATOyê alîgirên ser in!
PeyamaKurd - Sekreterê Encûmena Ewlekarîyê ya Rûsyayê Nikolay Patrushev, di hevpeyvînekê de bal kişand ser şerê li Ukraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye destpêkirin û got, welatên endamên NATOyê alîgirên şer in.
Patrushev ji rojameya Rossiyskaya Gazeta ya girêdayî hikûmeta Rûsya re ragihandiye, kiryarên welatên NATOyê nîşan didin ku ew di şer de ne û dibêje; “Wan Ukrayna kirin kampeke mezin ya leşkerî. Ji leşkerên Ukrayna re çek û cebilxane dişînin.”
Herwiha Patrushev gotiye, welatên NATO bi dayîna îstixbaratên bo Ukraynayê jî alîgirên şer in.
Hêjayî gotinê ye, Patrushev rêvebirê berê yê Servîsa Ewlekarî ya Navxweyî (FSB) e û kesayetekî derdora Serokê Rûsya Vladimir Putin ê bi tundbûna xwe tê nasîn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin