2 endamên îstixbarata Sûriyê hatin kustin

26 June 2024 17:33 0 dîtin
2 endamên îstixbarata Sûriyê hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li parêzgeha Derayê 2 endamên girêdayî saziya îstixbarata rejîma Sûriyê ji alîyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, 2 endamên îstixbarata leşkerî ya rejîma Sûriyê, li bajarokê Eyn Zeker ê Derayê ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku êrîşkar piştî bûyerê ber bi cihekî nediyar ve reviyane.

Hêjayî gotinê ye, bi taybet li Derayê ji ber nebûna ewlehiyê bûyerên bi vî rengî gelekî rû didin ku li wê herêmê komên çekdar bi çavdêriya Rûsyayê, bi rejîma Sûrî li hev kiribûn.

Li gorî SOHRê ji destpêka salê ve di encama wan bûyeran de 208 kes hatine kuştin ku piraniya wan leşkerên Sûrî ne.