Li Sûriyê 4 efserên îstixbarata Rûsya hatin kustin

03 February 2020 20:32 0 dîtin
Li Sûriyê 4 efserên îstixbarata Rûsya hatin kustin

PeyamaKurd – Di nûçeyeke malpera rojnameya Rûsî ya The Moscow Timesê de hatiye ragihandin ku 4 efserên îstixbarata Rûsyayê di encamê topbarana komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de, roja Şemiyê li bakurê bajarê Helebê yê Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina The Moscow Times, Tîma Îstixbarata Pevçûnan (CIT) ku çavdêriya çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê dike, ev zanyarî belav kiriye.

Herwiha di kanala Baza ya li ser tora civakî ya Telegramê de jî hatiye gotin, her 4 efserên Rûs piştî teqîna bombeyekê bi otomobîla wan a serbazî ve birîndar bûne û bi birîndarî ketine destê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û piştre hatine kuştin.

Her ku di medya Tirkiyê de jî nûçeyên ser kuştina efserên Rûsî de hatine belavkirin jî heta niha Rûsyayê bi awayekî fermî îtîraf bi rastiya wan nûçeyan nekiriye.

Rûsyayê heta niha tenê kuştina 116 kes ji hêzên xwe yên li Sûriyê eşkere kiriye ku Rûsya îtîrafê bi kuştina kesên çekdar ên li ser navê Rûsyayê, li derveyî hêzên ser bi hikûmeta Rûsyayê kar dikin nake.