Kompaniya Îstixbarata Îsraîl: Rûsyayê ji bo serê Ukrayna S-300ên xwe ji Sûriyê derxistin

28 August 2022 12:04 0 dîtin
Kompaniya Îstixbarata Îsraîl: Rûsyayê ji bo serê Ukrayna S-300ên xwe ji Sûriyê derxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya ji ber kêmbûna çek û sîstema berevaniyê di şerê Ukraynayê de, sîstema xwe ya berevaniya asmanî S-300 ji Sûriyê vekişandiye.

Li gorî dîmemên ku kompanyaya Îstîxbarata Taybet a Îsraîlê ImageSatIntlê ​​ belav kirine û tê xuyakirin ku Rûsya sîstema S-300 ji Sûriyê paşve şandiye Rûsyayê.

ImageSatIntlê daye xuyakirin, ji ber şerê li Ukraynayê, kêmbûn di çekê Rûsyayê çêbûye, ji ber wê jî neçar maye sîstema S-300 ji Sûriyê vekişîne û kêmbûna xwe tije bike.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê jî daye xuyakirin, Rûsya bi moşekên erd-asman li armancên bejahî li Ukrayna dide, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku Moskow bi pirsgirêkên çekên bejahî re rû bi rû bûye.

Rêveberê Herêma Mykolaîvê ya li başûrê Ukraynayê Vitaly Kim gotiye, Rûsyayê bi moşekên S-300 li armancên bejahî daye.