Îstixbarata Rûsyayê hurgilîyên ‘terorîstên Sûrî’ yên serê Qerebaxê eskere kir
PeyamaKurd - Serokê Îstixbarata Derve ya Rûsyayê Sergey Naryshkin ji medya rûsî re ragihand, îstixbarata wan a li Rojhilata Navîn zanyariyên hûrgilî yên li ser beşdarbûna çekdarên Sûrî di şerê Qerebaxê de tomar kirine.
Li gorî daxuyaniyên Sergey Naryshkin ku çekdarên opozîsyona Sûrî yên girêdayî Tirkiyê wekî terorîst bi nav dike, hebûna terorîstan li herêma Nagorno-Qerebaxê zanyariyên wan ên bi hûrgilî hene.
Naryshkin got: “Zanyariyên me ji çend dewletan, ji çavkaniyên cuda cuda û ji hevbeşên me yên cuda cuda û ji dezgehên taybetmend ên hevbeşên me yên li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk ve bi destê me ketine.”
Sergey Naryshkin destnîşan kir ku îstixbarata Tirkiyê di bûyerên Qerebaxê de beşdar e û got: “Em ji karê îstixbarata Tirkiyê haydar in û em hinek ji endamên karê wan dibînin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî berî niha eşkere kiribû ku hejmara çekdarên kirêkirî yên li Qerebaxê nêzîkî du hezar kes in û Rûsya ligel Tirkiyê, ji bo çareseriyeke aştiyane hewlên xwe didomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin