Helîkoptera îstixbarata Rûsyayê ket: 3 mirî...
PeyamaKurd - Hate ragihandin îro 29ê Tebaxê li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê helîkoptera modela Mi-8ê ket xwar û 3 kes mirin.
Parêzgarê Çelyabînskê Aleksey Teksler ragihandiye, helîkoptera modela Mi-8ê ya Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê FSB li herêmê ket xwar û li gorî encamên destpêkê di qezayê de 3 kesan can daye.
Aleksey Teksler sersaxî da malbatên kesên di helîkopterê de mirine.
Li aliyê din, medyayên Ukraynayê derbarê helîkoptera ketî de gelek parvekirin kirin ku dibêjin guman heye ew helîkopter ji aliyê Ukraynayê ve hatibe xistin.
The Mi-8 helicopter crashed in the Chelyabinsk region of Russia. There were 4 people on board ☠️
— Dr. Khaled Alfaiomi (@Alfaiomi) August 29, 2023
The helicopter belonged to the FSB (Federal Security Service) ??❌#UkraineWar #Russia #UkraineRussiaWar pic.twitter.com/jPK13j1a9t

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin