Êrîsa Rûsyayê li ser Odessa û Sumyê: 19 mirî!

19 November 2024 09:56 0 dîtin
Êrîsa Rûsyayê li ser Odessa û Sumyê: 19 mirî!

PeyamaKurd – Sibeha îro Duşemê, bi kêmî ve 19 kes di êrîşên balafirên bê mirov û moşekan de li seranserê Ukraynayê hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Di berdewamiya êrîşên berfireh ên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê de, li Odessa herî kêm 8 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Odessa Oleh Kiper got, "Terorîstên Rûsî bi moşekan êrîşî Odessa kirin. Kuştî û birîndar hene."

Ev êrîş beşek e ji rêze êrîşên balafirên bêmirov û moşekî yên ku Rûsya vê hefteyê destpê kir, tenê çend rojan piştî ku serokê Amerîkî Joe Biden ragihand ku Ukrayna niha dikare moşekên dûravêj ên Amerîkî di şerê xwe de li dijî dagirkeriyê bi kar bîne.

Armanceke din sibeha Duşemê bajarê Sumy li bakur bû ku êrîşên Rûsî li avahiyek niştecihbûnê ya neh qatî xist.

Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 11 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Îhor Klîmenko diyar kir ku di nava qurbaniyan de 2 zarok jî hene û got ku zêdeyî 400 kes ji avahiyê hatine derxistin.