Li Rûsyayê helîkoptera tîpa Mi-8 ket: 3 mirî

29 August 2023 21:39 0 dîtin
Li Rûsyayê helîkoptera tîpa Mi-8 ket: 3 mirî

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li herêma Çelyabinskê helîkopterekî tîpa Mi-8 ya leşkerî ya bi ser Xizmeta Ewlehiya Federal ya Rûsyayê (FSB) ket. Di qezayê de 3 kes can dan. Parêzgerê herêma Çelyabinskê Aleksey Teksler, di ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê de weha got:

“Li herêma Çelyabinskê li devera Sosnovsky nêzî Krasnoye Poly helîkopterekî Mi-8 ket. Helîkopter ya FSBê ye. Ji xelkê herêmê kes nemiriye an birîndar nebûye û zerar negihaye deverê. Xizmetên taybet li herêmê dixebitin û em desteka pêdivî didin wan. Li gor pêzanîna ewilî di qezayê de 3 kes mirine. Ji bo malbat û hezkiriyên wan sersaxiyê dixwazim.”