Rûsya: 2 general û 50 efserên Ukraynî hatin kustin

29 June 2023 19:49 0 dîtin
Rûsya: 2 general û 50 efserên Ukraynî hatin kustin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku 27ê Hezîranê, ji artêşa Ukraynayê 2 general, 56 efser û zêdetirî 20 leşkerên kirêkirî hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov, li Moskowê agahî derbarê şerê li Ukraynayê de dan û got, 27ê Hezîranê, ji artêşa Ukraynayê 2 general, 56 efser û zêdetirî 20 leşkerên kirêkirî hatine kuştin.

Konaşenkov da zanîn ku rojek berê artêşa Rûsyayê bi top û moşekan êrîşî bingehên artêşa Ukraynayê kiriye û li herêma Donetskê depoyeke cebilxaneyan hatiye ruxandin. Herwiha li gorî Konaşenkov, bataryayeke radarê ya Amerîkî jî li nêzîkî niştingeha Pesçanoye hatiye jinavbirin.

Konaşenkov gotiye, sîstemên berevaniya rûsî êrîşên moşekavêjên HIMARS ên Amerîkî asteng kirine.