Generalî Rûsî eskere kir: 2 milyon Ukraynî li Rûsyayê hatin bicihkirin

19 June 2022 17:09 0 dîtin
Generalî Rûsî eskere kir: 2 milyon Ukraynî li Rûsyayê hatin bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji destpêka êrîşên artêşa Rûsyayê bi ser Ukraynayê de ku 24ê sibata borî dest pê kiribû heta niha nêzîd 2 milyon welatiyên Ukraynayê bo Rûsyayê hatine veguhestin û bicihkirin.

Generalê Rûsî Mikhail Mizintsev, ragihand ku Ukrayniyên ku bo Rûsyayê hatine şandin 307 hezarên wan zarok in û milyonek 936 hezarên wan jî ji mezinan pêk tên.

Mizintsev gotiye, tenê doh 3 hezar û 500 zarok di nav de, bi giştî 29 hezar û 730 kes bo Rûsyayê hatine veguhestin.

Hat diyarkirin ku welatiyên Ukraynî ji herêmên şer ên wekî Donetsk û Luhanskê bo cihên ewle yên Rûsyayê hatine şandin.