Xelata Nobela Astiyê ji bo penaberên Ukraynî bi 103,5 milyon dolaran firot
PeyamaKurd – Rojnamevanê muxalîf ê rûsî û Gerînendeyê Rojnameya Novaya Gazeta Dmitrî Muratov ku sala borî Xelata Nobela Aştiyê wergirtibû, xelata xwe bi mezatekê ji bo alîkariya penaberên Ukraynayê firot.
Xelata Nobelê ya Muratov ku doh 20ê Hezîrana 2022yan di Roja Cîhanî ya Penaberan de, derket mezatê bi bihayekî rekor ango bi 103,5 milyon dolaran hat firotin.
Mala muzayedê Heritage Auctions ragihand ku wê ev xelat û piştevaniya Muratov û Novaya Gazeta bandoreke pozîtîf li ser jiyana bi milyonan penaberên ukraynî bike.
Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên Rûsyayê yên dagirkirina Ukraynayê, rojnameya Novaya Gazeta neçar mabû weşana xwe li Moskowê rawestîne. Beriya niha di mezatan de xelatên Nobelê di bin 5 milyon dolaran de hatibûn firotin ku ev bihayê niha rekorek e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin