Julian Assange wek namzedê Xelata ‘Nobela Astiyê’ hat destnîsankirin

01 February 2022 22:01 0 dîtin
Julian Assange wek namzedê Xelata ‘Nobela Astiyê’ hat destnîsankirin

PeyamaKurd – Damezrînerê Wikileaksê yê girtî Julian Assange namzedê Xelata Nobela Aştiyê hat destnîşankirin û Enstîtuya Nobelê ya Norwêcê jî ragihand, bi awayekî serkeftî namzedbûna wî hatiye pejirandin.

Parlamentarê Alman Martin Sonnenborn, bi sedema têkoşîna wî ya bo mafên mirovan, demokrasî û azadiya medyayî ji bo damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ku li Brîtanyayê ye serî li saziya Nobelê da û namzediya wî hat pejirandin.

Enstîtuya Xelata Nobelê ya Norwêcê ragihand ku namzedbûna Assange bi awayekî serkeftî hatiye qebûlkirin.

Serokê berê yê komîteya elata Nobela Aştiyê û serkowezîrê berê yê Norwêcê Thorberg Jagland jî ragihand, wê xelatkirina Assange wê fişarê ji bo serbest berdana wî çêbike û herwiha fişara çêbike daku Edward Snowdenê bi sîxurtiyê tê tawanbarkirin bê efûkirin.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka radestkirina Julian Assange ji Brîtanyayê dixwaze, lê heta niha biryar li ser radestkirina wî nehatiye dayîn ku dadgehên Amerîkayê 175 sal ceza jê re dixwazin.