Dadgeha Brîtanyayê biryara girtina Julian Assange derxist
PeyamaKurd – Xwedî û damezrînerê Wikileaksê Julian Assange piştî ku li Balyozxaneya Ekvadorê ya Londonê hat binçavkirin derket pêşberî dadgehê.
Assange bi belavkirina belgeyên nepenî yên Amerîkayê tê tawanbarkirin, piştî binçavkirinê derket pêşberî dadgeha Westminster Magistrates a li Londonê û dadgehê biryara girtina wî derxist.
Hat ragihandin ku dê darizandina Julian Assange li Amerîkayê birêve biçe û heke biryara sizakirinê bê dayîn, dê heta 5 salan di girtîgehê de bimîne.
Damezrînerê WikiLeaksê Julian Assange ev 6 sal in bi daxwaza penaxwaziya welatê Ekvadorê jiyana xwe li balyozxaneya wî welatî berdewam dikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin