Dadgeha Diyarbekirê biryara girtina Hevserokê Gistî yê DBPê da
PeyamaKurd – Dadgeha Diyarbekirê biryara girtina Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir da.
Li gor zanyariyan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên din ên DBPê, hefteya borî di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.
Hat ragihandin, do 26ê Berfanbara 2022yan, 15 siyasetmedarên desteserkirî, piştî 4 roj ji mana li navenda ewlekariyê ji bo dadgehê hatin veguhastin. Li Dadgeha Diyarbekirê îfadeya wan destpê kir û 13 kesên ku karê îfadeya wan li dadgehê bi dawî bû, bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat, hatin berdan.
Herwiha Dadgeha Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun de biryara girtinê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin