Dadgeha Ercîsê biryara girtina 3 kesan da

13 November 2020 00:47 0 dîtin
Dadgeha Ercîsê biryara girtina 3 kesan da

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navçeya Ercîşê di 4 ê mehê de 2 bira hatibûn kuştin û lêpirsîna polîsan dewam dikir. Li ser bûyerê 4 kes hatibûn binçavkirin. Ji her 4 kesên binçavkirî 3 kes tevlî pevçûnê bûbûn. Piştî îfadeyên her 4 kesan, polîs wan bir dadgehê û li dadgehê biryara girtina her 3 kesan hat dayîn.

Li ser bûyerê S.A, Ü.A. û  O.A. hatin şandin bo zîndanê. Her 3 kesên ku tevlî bûyerê bûn firar kiribûn û paşî polîs ciyê wan tesbît kiribû û avêtibû ser mala ku lê diman. Bi xwediyê malê re her 3 kes hatibûn binçavkirin.