Li Sirnexê biryara girtina 16 kesan hat dayîn

08 January 2022 15:00 0 dîtin
Li Sirnexê biryara girtina 16 kesan hat dayîn

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê, ji 30 kesên ku di encama operasona Deriyê Sînor ê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) yê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de hatibûn desteserkirin de, do 7ê Çileya 2022an, biryara girtina 16 kesan ji wan da.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê derbarê 30 kesên ku bi tohmeta bi bertîlan koçber û kelûpelan di deriyê sînor ê Xabûr re derbas dikin bi dawî bû û di encamê de16 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin û 14 kes jî bi merca kontrola edlî hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê, bi tohmeta bi bertîlan koçber û kelûpelan derbas dikin derbarê hinek karmendên Deriyê Sînor ê Xabûrê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Tîmên Şaxa Tawanên Organîze ya Rêveberiya Ewlekariyê ya Şirnexê, di çarçoveya lêpirsînê de, 3ê Çileya 2022an li parêzgehên Şirnex, Riha, Osmaniye û Samsûnê operasyoneke hemwext kiribûn.

Di operasyonê de, bi tohmeta ku bi bertîlan cigare, derman, telefon û koçber derbas kirine, 30 kes hatibûn desteserkirin ku di nav wan de karmendên gumrika Xabûrê jî hebûn.