Li parêzgeha Mêrsînê biryara desteserkirina 15 kesan hat dayîn
PeyamaKurd – Li parêzgeha Mêrsînê, bi îdiaya endamtî û propagandaya PKK/KCKê biryara desteserkirina 15 kesan hat dayîn.
Li gor zanyariyan, oparasyon di sibeha îro Sêşemê 25ê Cotmeha 2022ê de bi fermana Serdozgeriya Giştî ya Mêrsînê destpê kir û bi tohmeta propagandeya li ser medya civakî û endamtiya PKK/KCK û YPGê, biryara desteserkirinê ji bo 15 kesan hat dayîn.
Hat zanîn ku bi beşdariya nêzîkî 200 polîs û tîmên dijî terorê yên girêdayî Rêveberiya Polîsan a Mêrsînê, bi piştevaniya dronan oparasyon tê kirin.
Di çarçoveya operasyonê de vê sibehê li navenda bajarê Mêrsînê û navçeyên wê polîsan bi ser gelek malan de girtin, deriyên malan şikandin û ketin nav malan û lêgerîn kirin. Li gor agahiyên hatine belavkirin operasyon berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin