Serdozgeriya Diyarbekirê biryara desteserkirina 44 kesan da

20 April 2022 16:28 0 dîtin
Serdozgeriya Diyarbekirê biryara desteserkirina 44 kesan da

PeyamaKurd-Serdozgeriya Diyarbekirê bi tometa alîkariya darayî ya PKKê, ji bo 44 kesan biryara desteserkirinê da.

Lêpirsîna ku navenda wê Diyarbekir e, li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hat rêvebirin. Sedema operasyonan jî wisa hatiye nîşandan ku piştî hilbijartinên 2019an, bi rêya îhaleyên şaredariyên HDPê, alîkariya darayî ya PKKê hatiye kirin. Ji ber vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji bo 44 bersûcan biryara desteserkirinê da.

Di nav kesên desteserkirî de Alîkarê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Celalettîn Birtane jî heye.