Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê biryara binçavkirina 105 kesan da

15 April 2022 12:30 0 dîtin
Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê biryara binçavkirina 105 kesan da

PeyamaKurd Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li 7 bajaran biryara binçavkirina 105 kesan da û heta niha 66 kes hatine binçavkin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve hatiye vekirin de, li 7 bajaran polîsan bi awayekî hemwext girtin ser gelek navnîşanan û ji 105 kesan, 66 kes binçav kirin.

Li gor hat zanîn, biryara Serdozgeriyê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de hatiye dayîn û herwiha hat zanîn gelek kesên ku di nava wan de rojnameger jî hene hatine binçavkirin.

Kesên ku ji aliyê hêzên asayîşa Diyarbekir ve hatine binçavkirin birin avahiya Gerînendehiya Asayîşa Diyarbekirê û ew ê li wê derê îfadeya wan were stendin.