Li Diyarbekirê dadgehê biryara girtina 6 kesan da

12 October 2021 11:01 0 dîtin
Li Diyarbekirê dadgehê biryara girtina 6 kesan da

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê, ji 12 kesên bi tohmeta alîkariya PKKê hatibûn desteserkirin, 6 kes bi biryara dadgehê hatin girtin û 6 kes jî hatin berdan.

Li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê de, di 1ê Cotmehê de li 5 bajaran bi tohmeta alîkariya PKKê 12 kes ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

12 kesên hatibûn desteserkirin, piştî temambûna îfadeyên wan ew ji saziya ewlekariyê birin dadgehê.

Dadgehê derbarê Hasan B., Ali Osman N., Ozan O., Nizamettin İ., Mustafa Y., û Mehmet Arif B. de biryara girtinê da û Ali Y., Şeyhmus A., Çekdar K., Mehmet Y. û Mehmet Mehdi B. Biryara berdanê da. Fırat B. jî bi mercê kontrola edlî hat berdan.