Werzîskarê Kurd bernamzedê Xelata Bastirîn Futbolîstê Salê ye
PeyamaKurd- Werzîşkar Aliriza Beiranvand ji bo ‘Xelata Baştirîn Futbolîstê Salê’ wekî namzed hat nîşandan.
Werzîşkarê Kurdê rojhilatî Aliriza Beiranvand ji bo ‘Xelata Baştirîn Futbolîstê Salê ya AFC 2019an’ ku li Hong Kongê birêve diçe, wekî namzed hat nîşandan
Werzîşkar Aliriza Beiranvand di Tîma Netewî ya Îranê û Persepolîsê de wekî qelevan dilîze. Ji bilî Beiranvand futbolîstê Japon Tomaki Makino û Ekrem Afifi yê Qeterî jî wekî namzed hatine nîşandan.
Beiranvand li herêma Lorîstan a Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke xizan de hatiye dine û şivantî kiriye, di ber re jî bi futbolê re eleqedar bûye û xwe gihandiye vê astê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin