Di Festîvala Navdewletî ya Trablusê de aktora Kurd hêjayî xelata bastirîn aktora jin hat dîtin
PeyamaKurd – Di Festîvala Navdewletî ya Trablusê ya Lubnanê de, aktora Kurd a nişteciya Kerkûkê hêjayî xelata baştirîn aktora jin hat dîtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye Koma Şanoyê ya Hewarê li Kerkûkê bi nûnertiya Kurdistan û Iraqê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Trablusê li welatê Lubnanê bû.
Şanoger Hewar Faris ku di festîvalê de xelata baştirîn aktora jin bi dest xist da zanîn: “Hesteke xweş bû ku em bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn û min xelata yekem a aktora jin bi dest xist.”
Hêjayî gotinê ye, Festîvala Şanoyê ya Trablusê ya li Lubnanê di 27ê Tebaxa 2022yan de destpê kir û çar rojan berdewam kir û ji bilî nimayîşa çend şanoyek, hejmarek çalakiyên din jî hatin encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin