Di êrîsa Îsraîlê de fermandarê Cîhada Îslamî hate kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa şeva borî ya Îsraîlê bi ser Nevara Xezeyê de, Fermanderê Yekeya Moşekî ya rêxistina Cîhada Îslamî yê bi nave Elî Xalî hate kuştin.
Hêza Esmanî ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşên şeva borî de armanca sereke jinavbirina binyata bernameyên moşekî yên Cîhada Îslamî bû û di wê êrîşê de Fermanderê Yekeya Moşekî ya Cîhada Îslamî Elî Xalî hatiye kuştin.
Li aliyê din Gordanên Quds yên taya leşkerî yên Cîhada Îslamî jî piştrast kirine ku, fermandarê wan li Rojavayê Nevara Xezeyê hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye, doh 10ê Gulanê artêşa Îsraîlê 100 xalên Nevara Xezeyê kiribûn armanc ku êrîş ser hejmarek bingehên çek û teqemaniyan hatibûn kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî êrîşan ragihandibû ku Îsraîlê darbeyeke dîrokî li Cîhada Îslamî xistiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin